Şaredariya Bağlara Amedê dest bi tamîr û çêkirina kûçe û kolanan kir. Şaredarîyê ji Kolana Sentoyê dest bi xebatên nûkirinê kir û dê hemû peyarêyên li ser Kolana Sentoyê nû bike.
Kolana Sentoyê li Amedê kolaneke sereke ye û di trafîkê de riyeke gelek girîng e, lê peyarêyên wê xera bûbûn. Şaredarîya Bağlarê jî li kolana Sentoyê dest bi xebatên tamîr û çêkirina peyarêyên modern kir.
Niha li seranserê kolanê peyarê bi awayekî modern ji nû ve tên çêkirin û hewcedarîyên kêmendaman jî li ber çavan tên girtin.
Welatî jî ji van xizmetên şaredarîyê razî ne û dixwazin her derê Amedê were nûkirin û kuçe û kolan paqij bibin.
Piştî peyarêyên kolana sereke dê rê û peyarêyên kuçeyên ku derdikevin ser vê kolanê jî werin tamîrkirin.