"Peyka me ya 5Byê dê kapasîteya me ya ragihînê xurttirîn bike"

Serok Erdogan ji bo peyka Turksat 5Byê ya ku şandin fezayê peyama bi dîmen weşand

"Peyka me ya 5Byê dê kapasîteya me ya ragihînê xurttirîn bike"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber ku peyka Turksat 5Byê ya ku peyka 8emîn a li fezayê aktîf a Tirkiyeyê ye şandin fezayê peyameke bi dîmen weşand. 

Serokomar Erdogan di peyama xwe da got ji ber ku li ser navê Tirkiye û gelê Tirk şahidiya şanaziyeke din dikin kelecanî ne. 

Erdogan bi bîr xist ku peyka Turksat 5Ayê di meha rêbendanê da bi roketa Falcon 9yê hat şandin û di meha hezîranê da kete xizmetê û got ku "Me Turksat 5Bya peyka ragihandinê ya kapasîteya wê herî zêde ya welatê me ye şand fezayê.Me di vê projeya xwe ya peykê da jî dîsa roketa Falcon 9 a fîrmaya Space X tercîh kir. Ez li ser navê şexsê xwe û gelê xwe Birêz (Elon) Musk û fîrmaya Space X pîroz dikim ku hember şantaj û zextên lobiyên dijberê Tirkiyeyê serî netewandin."

Erdogan diyarkir ku dê peyka Turksat 5Byê yêdektiya peykên Turksat 3A û Turksat 4A ku barê weşangeriya televîzyonê li ser wan e bike û axaftina xwe wiha domand: 

"Herwiha piştî ku Turksat 5B kete dewrê dê leza ragihîna daneyan û kapasîteya wê ji 15 qatan zêdetir zêde bibe. Bi saya vê yekê li herêmên ku lê gihandina înternetê kêm e, wesayîtên beja, behr û asîmanê jî di nav da ji bo bikarhênerên di nav qada ku dikêşe da dê bikara xizmeta îneterneta peykê ya berfireh bide. Hêvîdar im ku peyka me ya 5Byê ya ku dê kapasîteya me ya ragihînê xurttirîn bike ji bo welat û gelê me bibe wesîleya xêrê."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE