Peykerên Nemrûdê tên restorekirin

Derz û terkên di peykerên dîrokî de bi kilsa nano tên tijîkirin  

Peykerên Nemrûdê tên restorekirin

Li Çiyayê Nemrûdê yê Semsûrê xebatên restorasyonê dewam dikin. pispor û arkeolog peykerên xera bûne li gorî eslê wan tamîr dikin. 

Çiyayê Nemrûdê li Kolika Semsûrê ye.   

Her sal bi hezaran turîst tên vê derê. 

Peykerên ku nêzî 2 hezar sal berê hatine çêkirin, car caran terk û derz li wan dikeve.  

Ji bo peykerên ku ji aliyê UNESCOyê ve tên parastin xebat tên kirin. 

Pispor û arkeolog bi kilsa nano peykeran restore dikin. 

 Piştî proje xelas bibin wê peyker vegerin eslê xwe yê 2 hezar salan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE