Peywirdarên Amerîkayî li Qeterê ligel nûnerên Talibanê rûbirû rûniştin

Piştî ku Talibanê li welêt kontrol hilda destê xwe, ev hevdîtina yekemîn e ku di navbera peywirdarên Amerîkayî û Talibanê da pêk hat. Di vê hevdîtina navborî da peywirdarên ji saziyên cuda yên Amerîkayê cihê xwe girtin.

Peywirdarên Amerîkayî li Qeterê ligel nûnerên Talibanê rûbirû rûniştin

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê eşkere kir, hin peywirdarên Amerîkayî di 9-10ê Cotmehê da li paytextê Qeterê Dohayê ligel nûnerên Talibanê li ser rewşa dawîn a Efxanistanê rawestiyan.

Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Ned Price di daxuyaniya xwe ya nivîskî da eşkere kir, hevdîtina di navbera peywirdarên Amerîkayî û Talibanê da di atmosfereke samîmî da derbas bû.

Piştî ku Talibanê li welêt kontrol hilda destê xwe, ev hevdîtina yekemîn e ku di navbera peywirdarên Amerîkayî û Talibanê da pêk hat. Di vê hevdîtina navborî da peywirdarên ji saziyên cuda yên Amerîkayê cihê xwe girtin.

Di hevdîtinê da ew miijar wekî mijara sereke hat gotûbêjkirin ku welatiyên Amerîkayê û welatiyên ji welatên din bi awayekî ewle ji Efxanistanê bên derxistin. Her wisa meseleyên mafên mirovan ên li welêt ên wekî terxankirina nûnertiyan bo jinan hat axaftin û ew yek hat diyarkirin ku Amerîka dê rasterast alîkariyê bide gelê Efxan. 

Di hevdîtinan da peywirdarên Amerîkayî diyar kirin, ji gotinan zêdetir ew ê li kirinên Talibanê binihêrin û li gorî wê biryarê bidin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE