Pezên xwe dişon û ji bo firotinê dişînin bazaran

Li Mûşê xwediyên pez beriya Eyda Qurbanê heywanên xwe li Çemê Karasuyê dişon û wisa dişînin bazaran

Pezên xwe dişon û ji bo firotinê dişînin bazaran

Li Mûşê xwediyên pez beriya Eyda Qurbanê heywanên xwe li Çemê Karasuyê dişon û wisa dişînin bazaran. 

Li Mûşê amadehiyê Eyda Qurbanê dest pê kirin. 

Xwediyên pez bo Eyda Qurbanê heywanên xwe li Çemê Karasuyê dişon û wisa dişînin bazaran.

Ji xwediyê heywanan Yavuz Tektîmur got ku ew pezê xwe bi şampuanê li Çemê Karasuyê dişon û wiha axivî:

"Me xwest heywanên me paqij bibin. Em her sal beriya Eyda Qurbanê heywanên xwe tînin Çemê Karasuyê û li vir dişon. Bi saya vê şûştinê heywanên me hem hênik dibin û hem jî hêriya wan paqij dibe.Heywan her çend qelew bibe jî eger paqij nebe nayê firotin. Mişterî bi giştî heywanê paqij tercîh dikin."

Ji xwediyê heywanan Mazlum Tektîmur jî got ku ew ji bo paqiyê Çemê Karasuyê tercîh dikin û heywanên xwe bi kêfeke mezin dişon. 

Dîroka nûkirinê: 30 Tîrmeh 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE