"Pilingên berfê" 7 meh e hewl didin rê vekirî bimînin

Ji ber berf û bagerê rê tên girtin, kuçe û kolan qeşa digirin, di baniyên xaniyan da şembelûk çêdibin.

"Pilingên berfê" 7 meh e hewl didin rê vekirî bimînin

Li Erziromê ekîbên berfê yên wek "pilingên berfê" tên binavkirin û berfê paqij dikin ev 7 meh e ji bo ku rê neyên girtin bênavber dixebitin. 

Berfa ewil a salê di meha îlonê da barî, meha adarê ye lê hê jî li bajêr berf û bager heye.

Ji ber berf û bagerê rê tên girtin, kuçe û kolan qeşa digirin, di baniyên xaniyan da şembelûk çêdibin.

Welatî betaniyan davêjin ser wesayîtên xwe ku ew qeşa negirin.

Li bajêr ji bo rê neyên girtin ekîbên berfê yên wek "pilingên berfê" tên binavkirin yên di bin banê Serokatiya Daîreya Karên Fenê ya Şaredariya Bajarê Mezin da dixebitin kedeke mezin didin.

Li Erziromê 2 hezar xebatkar bi 1000 makîneyên kar va hewl didin rê vekirî bimînin.

Ekîb li 1335 taxan û ciyên girêdayî wan li ser qadeke 26 hezar kîlomêtroyî dixebitin.

Qalindahiya berfê li bajêr gihîştiye du mêtro û nîvê, li cihên bilind jî berf bejna meriv derbas dibe.

Ekîb 24 saetan bê navber dixebitin ku rêya taxên lê nexweş û cinaze lê hene girtî nemîne, alîkariya xebatkarên tenduristiyê û welatiyan dikin.

Li bajêr bendê nebûn ku di meha adarê da evqas berf bibare, lê dîsa jî ekîb bê tevdîr neman, 7 roj û 24 saetan ew bi pergala dijîtal va rê û xebatan dişopînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE