Pira gundê Gölgeliyê di hezazê de hillweşiya

Gundiyên Pervariyê dixwazin ku pira wan ji nû ve were çêkirin.

Pira gundê Gölgeliyê di hezazê de hillweşiya

Li Berwariya navçeya Sêrtê, li gundê Gölgeliyê pira hilawistî ya li ser bedavê di hezazê de hilweşiya. Gundiyan beriya hezazê heywanên xwe ji ser pirê re dibirin aliyê din û diçêrandin. Bi hilweşîna pirê ev derfet ji destê wan derket. Niha ew dixwazin ku pira wan were çêkirin.

Li gundê Gölgeliya Berwariyê, gundiyan pira li ser bedavê bi kar dianîn.

Bi saya pira hilawistî heywanên xwe dibirin aliyê din û diçêrandin. Lê li ber lingê pirê hezaz çêbû û perçeyeke mezin a axê hat jêrê.

Di hezazê de pira li ser bendavê hilweşiya.Niha gundiyan ji bo ku heywanên xwe derbasî aliyê dinê bikin, kelekek çêkirine.

Bi zor û zehmet vê kelekê bi kar tînin.

Ew ji rayedarên fîrmaya bendavê dixwazin ku pira wan çêbikin.

Ew li bendê ne ku pira wan demildest were çêkirin û bi dilekî rihet heywandariya xwe bidomînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE