Pira Hasankeyf-2yê qediya

Li Tirkiyeyê 4emîn, li herêmê jî pira herî mezin e

Pira Hasankeyf-2yê qediya

Pira Haskîf-2yê qediya û pir ji erebeyan re vebû. Bi saya vê pirê, çûn û hatina ji ser çemê Dîcleyê wê hêsantir bibe.

Bajarê Kevnare Heskîf piştî ku deriyên bendavê vebûn wê di bin avê de bimîne.

Wezaretê ji bo ku her du aliyên çêm bi hev ve girêbidin, 6 sal berê dest bi înşeata Pira Haskîfê-2yê kir.

Înşeat qediya, rê vebû.

Waliyê Batmanê Hulusi Şahin:“Midûriyeta Riyan di navbera Batman û Midyadê de 37 kîlometre rê çêkir. Li ser vê riyê pireke hezar û yek metreyî jî hat avakirin. Îro em vê riyê vedikin. Ji gelê herêmê re bi xêr be.”

Pira Haskîf-2yê li Tirkiye 4emîn, li herêmê jî pira herî mezin e.

Dîroka nûkirinê: 01 Mijdar 2019, 16:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE