Piraniya agirê ku li Denizliyê bi daristanê ket hat temirandin

Li nêzî taxa Turlubeyê ji ber sedemeke ku hê ne diyar e agir bi daristanê ket. Li ser êxbarê ekîbên Midûriya Herêmê ya Îtfaiye û Daristanê sewqî herêmê kirin.

Piraniya agirê ku li Denizliyê bi daristanê ket hat temirandin

Li Buldana navçeya Denizliyê piraniya agirê ku bi daristanê ket, hat temirandin.

Li nêzî taxa Turlubeyê ji ber sedemeke ku hê ne diyar e agir bi daristanê ket. Li ser êxbarê ekîbên Midûriya Herêmê ya Îtfaiye û Daristanê sewqî herêmê kirin.

Şêniyên taxê jî alîkariya ekîban dikin. Li herêmê balafirek jî ji hewa va av li agir reşand.

Gelek kesên ku caba şewatê gihîşt wan av û dew ji ekîban ra tînin.

Cendirme û polês li herêmê tevdîran hildidin û destûr nadin ku kesên ne rayedar têkevin herêmê.

TOMAyên Midûriya Ewlehiya Bajêr jî midaxaleyî alavan dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE