Pireya Botanê (Begendik) ya Herêma Başûrê Rojhilat digihîne Rojhilat îro bi merasimekê tê vekirin.
Pireya ku li Begendika beldeya Pervariya navçeya Siirtê di sala 2014an da çêkirina wê dest pê kir û xeta Wan-Tetwan-Bitlîs û Sêrt-Mêrdîn-Batmanê digihîne hev temam bû.
Çêkirina pireya ku li ser Çemê Botanê ye digel êrîşên terorê dewam kir. Pireya ku 450 mêtro dirêj e û 165 mêtro bilind e pireya herî bilind ya Turkiyeyê ye.
Bi Pireya Botanê seyaheta di navbera Wan û Siirt-Pervariyê ji 5 saetan dakeve 2 saetî.
Vekirina pireya ku xeta Van-Tatvan-Bitlis û Siirt-Mardin-Batmanê digihîne hevdu îro wê merasima Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi weşana zindî beşdar be û Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu jî amade bin bê vekirin.
AA