Serok Recep Tayyîp Erdogan daxuyand li ser daxwaza welatiyan merasima vekirina Pireya Çanakkaleyê ya 1915an a dihat plankirin ku di 26ê sibatê da bê vekirin hat guherandin, ew ê di 18ê adarê da pireyê vekin.
Erdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyand ku Pireya Çanakkaleyê ya 1915an li gor plana wan sal û nîvekê zûtir temam bû û wiha got: "Me plan dikir ku vekirina Pireya Çanakkaleyê ya 1915an di 26ê sibatê da çêbibe, lê ji ber daxwza welatiyên me em ê di salvegera Serkeftina Çanakkaleyê da, di 18ê adarê da vekin."
AA