Pireya Hesenkêf-2yê ya ji pireyên herî dirêj ên Tirkiyeyê sibê tê vekirin

Pireya Hesenkêf-2yê ya ji pireyên herî dirêj ên Tirkiyeyê sibê tê vekirin

Xebatên li Pireya Hesenkêf-2yê ya ew ê bibe ji pireyên herî dirêj ên Tirkiyeyê hatin temamkirin û plan dikin ku sibê pireyê bi merasimê vekin.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji Wezareta Binesazî û Gihandinê sitand, pireyê kêrî çûyîn û hatina Hesenkêfa barî ciyê teze kiribûn were, wekî mayîn pirsgirêka rêya Batman-Mîdyadê çareser bike.

Dirêjahiya pireyê 1001 mêtro ye û ji pireyên herî dirêj ên Tirkiyeyê ye. Li ser pireyê ji bo peyayan jî rê hat çêkirin.

Bilindahiya piyên pireyê herî zêde 90 mêtro, firehiya herî dirêj a di navbera piyan da 168 mêtro ye. 681 mêtroyên pireyê bi konsolên hevkêş, 320 mêtroyên wê jî bi beştên prefabrîk hat avakirin.

Ji ber Bendava Ilisuyê rêbejaya Batman-Mîdyad-Hesenkêf-Gercûşê di binê avê da mabû ji bo rêya dora bendavê bigihêje Hesenkêfa Teze Pireya Hesenkêf 2yê hat avakirin.

Li bendê ne ku Adil Karaîsmaîlogluyê Wezîrê Binesazî û Gihandinê beşdarî merasima vekirina pireyê bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE