"Pirsgirêka Tirkiyeyê bi kêmnetewên dînî ra tuneye"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: ""Pirsgirêka Tirkiyeyê bi kêmnetewên dînî ra tuneye, nayê qebûlkirin Amerîka zimanê evangelîst û zimanê gefê yê hişmendiya siyonîst biemilîne."

"Pirsgirêka Tirkiyeyê bi kêmnetewên dînî ra tuneye"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê êrîşa terorê ya li Hekariyê da diyar kir ev bûyer pênaseya terorê bi eşkereyî nîşan dide û wiha got: "Dayîkeke 26 salî û dergûşa wê ya 11 mehî bi destê wan hatin şehîdkirin û ji vê mezintir çi heye? Pênasekirin be pênasekirin, her tişt li holê û eşkere ye. Ev ji bona yên di parlamentoyê da ne û yên xwestin wan bişînin parlamentoyê bersiva herî baş e."

Erdogan li Meclisê piştî merasima cinazeyê ya Îsmaîl Gokselê Parlamenterê Nîgdeyê yê heya 23yemîn daxuyanî da rojnamevanan.

Serokomar Erdogan ji bona bûyera li Yuksekovaya navçeya Hekariyê qewimî ku endamên PKKya rêxistina terorê teqemeniya kiribûn erdê teqandibûn û di wesaîta sivîl da jina astsubayek Nurcan Karakaya û dergûşa xwe ya 11 salî hatibûn kuştin axivî.

Erdogan diyar kir ev bûyer pênaseya terorê bi eşkereyî nîşan dide.

Serokomar Erdogan der barê êrîşa terorê ya li Hekariyê da xeberdana xwe wiha dewam kir: "Dayîkeke 26 salî û dergûşa wê ya 11 mehî bi destê wan hatin şehîdkirin û ji vê mezintir çi heye? Pênasekirin be pênasekirin, her tişt li holê û eşkere ye. Ev ji bona yên di parlamentoyê da ne û yên xwestin wan bişînin parlamentoyê bersiva herî baş e."

Serokomar Erdogan ji bona îdiayên "li Tirkiyeyê niheqî li cimaetên kêmnetewan tên kirin" wiha axivî: "Pirgirêka Tirkiyeyê bi kêmnetewên dînî ra tuneye, nayê qebûlkirin Amerîka zimanê evangelîst û zimanê gefê yê hişmendiya siyonîst biemilîne."

Erdogan balê kişand ser doza Brunson û wiha got: "Em ê di rêya ku jê bawer dikin da ji azadî, serxwebûn û serxwebûna darazê tawîzan nedin û di rêya xwe da bimeşin."AA

Dîroka nûkirinê: 01 Tebax 2018, 12:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE