Pirsgirêka qirêjiyê ya Gola Wanê dê bi "plana çalakiya parastinê" were çareserkirin

Ji bo ku rê li qirêjbûna Gola Wanê ya ku li Tirkiyeyê gola herî mezin e were girtin, xebat dan destpêkirin. Armanca vê xebatê ew e ku goleke paqijtir ji nifşên din ra bimîne.

Pirsgirêka qirêjiyê ya Gola Wanê dê bi "plana çalakiya parastinê" were çareserkirin

Pirsgirêka qirêjiyê ya Gola Wanê ya ji ber gemar û ava qirêj dê bi "Plana Çalakiya Parastina Hewzeya Gola Wanê" were çareserkirin.

Ji bo ku rê li qirêjbûna Gola Wanê ya ku li Tirkiyeyê gola herî mezin e were girtin, xebat dan destpêkirin. Armanca vê xebatê ew e ku goleke paqijtir ji nifşên din ra bimîne.

Di vê çarçoveyê da bi hevkariya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, Wezareta Çandinî û Daristanm, Midûriyeta Giştî ya Îlbankê (Banqeya Parêzgehan), Walîtî, Şaredariya Bajarê Mezin, Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê (YYU), Ajansa Pêşketiya Rojhilayê Anadoluyê, şaredariyên Îpeykyolu, Edremît, Tuşba, Erdîşê û her wiha saziyên li bajêr va gavên ku tê bên avêtin hatin gotûbêjkirin.

Di encama nirxandinan da "Plana Çalakiya Parastina Hewzeya Gola Wanê" hat amadekirin ku gol neyê qirêjkirin.

Piştî "Sempozyuma Gola Wanê" ku dê li Wanê 1ê Hezîranê were kirin, halê dawîn dê bidin plana çalakiyê û li gorî vê jî nexşerêya xebatên parastinê dê zelal bibe.

Walî û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin Wanê Mehmet Emin Bilmez ji peyamnêrê AAyê ra got ku Gola Wanê li dinyayê û Tirkiyeyê landikeke girîng a nirxên ekolojîk e.

Bilmez bal kişand ku hemû sazî ji bo Gola Wanê seferber bûn û wiha dewam kir:

"Bi telîmata Birêz Serokomarê me Recep Tayyip Erdogan û bi hîmayeya jina wî Emine Erdogan xanimê 'Plana Çalakiya Parastina Gola Wanê' tê amadekirin. Ev xebat bi beşdariya hemû saziyên têkildar dimeşe. Armanca me ew e ku Gola Wanê neyê qirêjkirin. Ev xebat hem li Wanê û hem jî li herêma Bidlîsê tê meşandin. Her wisa em dixwazin birêvabirina hewzeyekê pêk bînin ku ne bi tenê bi qirêjiya Gola Wanê sînordar be, her wisa îmara li dewrûbera golê jî li xwe bigire."

Bilmez bal kişand, bi xebatên ku dê bên kirin va Gola Wanê êdî dê bi avên qirêj neyê qirêjkirin, bereksê wê ava golê dê pir paqij be.

Rektorê YYUyê Prof. Dr. Hamdullah Şevli jî bal kişand, ji bo domandina bajêr divê Gola Wanê neyê qirêjkirin û ciyên hatine qirêjkirin jî divê bên paqijkirin.

Şevli destnîşan kir, ji bo ku gol ji hemû hêlan va were lêkolînkirin, wan di bin sîwana zanîngehê da lijneya zanistê damezirand û wiha pê da çû:

"Me biryar da ku em di çarçoveya plana çalakiya parastinê da bi beşdariya hemû şaredarî û saziyên civaka sivîl ên ku hevqeraxê golê ne, Sempozyuma Gola Wanê li dar bixin. Ev dê bibe sempozyuma ewil a berfireh a li ser Gola Wanê. Mijarên sempozyumê dê dû ra wekî pirtûk bên çapkirin. Her wisa em ê di çarçoveya plana çalakiyê da sê mehan carekê raporan jî amade bikin. Hem qonaxên çalakiyê û hem jî yên sepanê dê hebin. Gola Wanê êdî dê neyê qirêjkirin. Heriya binê golê dê were paqijkirin. Bi vê yekê va însan êdî dê bikaribin li ciyên nêzîkî bajêr jî bikevin golê."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE