Pirsgirêka sergoyê çareser dibe

Bi avakirina tesîsa bermayiyên hişk pirsgirêk wê safî bibe

Pirsgirêka sergoyê çareser dibe

Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê li Hakkariyê tesîsa bermayiyên hişk ava dike. Proje bi alîkariya yekîtiya ewropayê û şaredariyên colemêrgê tê çêkirin.

Ji bo Colemêrg û navçeyan wê pirsgirêka herî mezin sergo bû.

Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê bi alîkariya Yekîtiya Ewropayê û şaredariyan tesîsa paqijkirin û veqetandina bermayiyên hişk ava dike.

Bi vê tesîsê re li bajêr pirsgirêka sergoyê wê heya 30 salan çareser bibe.

Malîyeta projeyê 300 milyon lîre ye û heya niha ji sedî 30ê wê hatiye çêkirin.

Li gorî projeyê tesîs wê di sala 2023yan de bixebite.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE