Pirtûk-Kafeya li Cizîrê

Heta niha 17 hezar xwendekar hatin vê kafeyê...

Pirtûk-Kafeya li Cizîrê

Li Cizîra Şirnexê , ji alîyê komaleya mela û xatîban ve beriya vê bi salekê pirtûk-kafeyek hat vekirin. Xwendekar li vê kafeyê pirtûkan dixwînin, dersên xwe dixebitin û bi hev re wexteke xweş derbas dikin. Heta niha 17 hezar xwendekar hatine kafeyê û 6 hezar pirtûk hatine xwendin..

Li Cizîra Şirnexê , ji alîyê komaleya mela û xatîban ve beriya salekê pirtûk-kafeyek hat vekirin.

Xwendekarên Cizîrê li vê kafeyê pirtûkan dixwînin, dersên xwe dixebitin û bi hev re wexteke xweş derbas dikin...

Li vê kafeyê ji roman, çîrok û pirtûkên helbestan bigrin heta pirtûkên ezmûnan her cureyên pirtûkan hene.

Di kafeyê de hemû derfet bê pere di xizmeta xwendekaran de ne..

Mamosteyên dilxwaz jî di kafeyê de ji xwendekaran re dibin alîkar.

Heta niha 17 hezar xwendekar hatine kafeyê û 6 hezar pirtûk hatine xwendin..

Dîroka nûkirinê: 30 Mijdar 2019, 15:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE