Pirtûk xwendin û nîvzêrk qezenc kirin

Di pêşbaziya xwendinê ya li Şirnakê de xwendekaran 7 pirtûk xwendin

Pirtûk xwendin û nîvzêrk qezenc kirin

Zarok li malê ne lê wextê xwe vala derbas nakin. Li Şirnakê xwendekarên ku 7 pirtûk xwendin bi nîvzerkan hatin xelatkirin.

Şaxa Jinan a AK Partiyê ya Şirnakê bi dirûşma “Mal têra me dike” pêşbaziyek da destpêkirin.

Di çarçoveya pêşbaziyê de zarok û ciwanên Şirnakî 7 pirtûk xwendin û kurteya wan nivisîn.

Şaredarê Beyşebabê Habip Aşan jî wek xelat nîvzêrk da xwendekarên serkeftî.

Di kategoriya zarokan de ji gundê Kitirê Havîn Aydemir, di kategoriya ciwanan de jî xwendekara zanîngehê Hasret Özdemir hat xelatkirin.

Xwendekaran bi vê pêşbaziyê him sebra xwe bi pirtûkan anîn him jî bi xelatê kêfxweş bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE