Pirtûka Dayikên Diyarbekirê

Şevket Altıntaş di pirtûka xwe de behsa êşa dayikan û xapandina zarokan kir.

Pirtûka Dayikên Diyarbekirê

Qîrîn û êş û hesreta dayikên Diyarbekirê bû pirtûk. Şevket Altıntaşê ku ev 512 roj in li ber avahiya HDP’ê nobeta kurê xwe digre bi navê ‘’Dayikên Bixîret pirtûkek çap kir. Kitêb ji xeynê jana dayikan, behsa têkiliya rêxistina PKKê, HDP’ê û revandina zarokan dike.

Şevket Altintaşê Entabî nivîskar û helbestvan nîne. Tenê bavekî mêrxas û kezebşewitî ye.

Altintaş bi hevjina xwe Songulê re li ber deriyê HDP’ê doza kurê xwe dimeşîne.

Muslum Altintaş di sala 2015’an de ji bo wazifeya leşkeriyê bi otobûsê diçû Dêrsimê.

Endamên rêxistina terorî PKK’ê rê birîn û Muslum revandin.

Songul û Şevket Altintaş jî ji bo kurê xwe di 6’ê Îlona 2019’an de beşdarî çalakiya dayikan bûn.

Êşa dayikên bixîret û bavên mêrxas pir mezin bû. Ji ber vê yekê Şevket Altintaş bi navê dayikan pirtûkek çapkir.

Şevket Altintaş got, “Ez ji bo kurê xwe hatibûm çalakiyê lê dema min feryada van dayikan bîhist min dît ku ev mesele girîngtir e. Ji bo daxwaz û peyama dayikan were fehmkirin û zarok ji talûkeya PKK’ê werin parastên min ev pirtûk çap kir.”

Di pirtûka 176 rûpel de têkiliya PKK’ê, HDP’ê û xapandina zarokan aşkere hatiye nivîsîn.

Îsyan û berxwedana dayikan her ku diçe mezin dibe.

Di roja 512’an de jî ji Entabê dayik Sevil Esendemîrê beşdarî çalakiyê bû.

Dayika kezebşewitî got keça min Buşra 7 sal berê ji Zanîngeha Kefkasê hat revandin.

Dayik Sevim Esendemir got, “Min keça xwe ne ji bo rêxistina PKK’ê ji bo bi kêrî dewletê were mezin kir. Lê bêlê teroristan ew xapand û di şûna qelemê de çek dane destê wê. Ev ji bo me êşeke pir mezin e. Daxwaza min ewe ku keça min were teslîmê edalete bibe.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE