Pirtûka destxet a ku li Sûriyeyê hatibû dizîn li Kirşehîrê hat dîtin

Tîman li ser rêya Enqere-Qeyseriyê li ser xaçerêya Kamanê wesayîta ku plaqeya wê plaqeya Stenbolê bû dan sekinandin û pirtûk di wesayîtê da bi dest xistin.

Pirtûka destxet a ku li Sûriyeyê hatibû dizîn li Kirşehîrê hat dîtin

Pirtûka dîrokî ya ku bi destan hatiye nivîsandin û di şerê naxweyî ya li Sûriyeyê da hatiye dizîn bi operasyonê va li Kirşehîrê hat bidestxistin.

Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk û Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriya Ewlehiya Kirşehirê agahiyek hildan ku pirtûkeke dîrokî ya li Mêrdînê hatiye bidestxistin wê bibin Stenbolê.

Tîman li ser rêya Enqere-Qeyseriyê li ser xaçerêya Kamanê wesayîta ku plaqeya wê plaqeya Stenbolê bû dan sekinandin û pirtûk di wesayîtê da bi dest xistin.

Şikbar E.Ş. û K.G  hatin binçavkirin.

Hat gotin li ser pirtûkê weneyên 4 cure çûkan, şiklekî geomêtrîk û kevirekî sor heye. Ji bilî vê pirtûkê demenaçeyeke derewîn û 50 fîşeng jî di wesayîtê da hatin girtin.

Şikbaran di îfadeya xwe da gotin di şerê naxweyî ya li Sûriyeyê da ev pirtûka 16 rûpelî ji muzeya bajêr hatiye dizîn ku wê bibin Mêrdînê û ji wir jî bibin Stenbolê û bi bihayekî zêde li Stenbolê bifroşin. 

Rayedaran pirtûk teslîmî Muzeya Kirşehirê kirin ku li ser lêkolîn bê kirin.

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2019, 09:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE