Li Diyarbekirê pirtûka tê texmînkirin hezar û 300 salî ye hat girtin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Fermandariya Cendirmeyên Bajêr îxbar hildan ku 3 kesên li Bismîl û Erxeniyê dijîn ji bo pirtûka dîrokî bifroşin li mişteriyan digerin.
Li gor biryara lêgerînê ya ku ji Serdozgeriya Komarê sitandin li Bismîlê operasyon hat kirin û şikbarên hewl didan pirtûkê bifroşin li ser sûc hatin derdestkirin.
Di lêgerînê da pirtûkeke 51 rûpel, 102 pelgan pêk tê û li ser papîrusan bi herfên Erebî nivîsa zîv û zêrîn hatiye nivîsandin hat girtin. Tê texmînkirin ku pirtûk hezar û 300 salî ye.
Ekîban pirtûka dîrokî hildan mihefezeyê, ji bo 7 kesên têkiliya wan bi bûyerê ra hene lêpirsîn dan destpêkirin.
AA