Cendirmeyên Amedê, li dijî qaçaxçiyên berhemên dîrokî operasyoneke girîng kir. Di operasyonê de pirtûkeke hezar û 400 salî hat bidestxistin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Amedê pê hesiyan ku li navçeya Baxlerê 3 kes dixwazin pirtûkeke dîrokî bifiroşin.
Gumanbar hatin şopandin û cihê firotinê hat tespîtkirin.
Pişt re operasyon hat kirin û bersûc tevî pirtûka dîrokî hatin girtin.
Hat ragihandin, pirtûka ku pelên wê kaxizên papîrusê ne, hezar û 400 salî ye.
Pirtûka bi Suryankî ye, bi neqşên dînî hatiye xemilandin û wêneyên li ser jî balkêş in.
Di operasyonê de 4 gumanbar hatin desteserkirin.
Pirtûka dîrokî pêşî li Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê wê bê kontrolkirin. Ew ê paşê jî kîtabê ji Midûriyeta Berhemên Destxetî ya Stenbolê re bişînin.