Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyê wê 24 saetan vekirî be

Li welêt ji ber ku rêjeya aşiya Kovîd-19 zêde bû, dibistan û zanîngeh hatin vekirin, saetên pirtûkxaneyê jî hatin guherandin.

Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyê wê 24 saetan vekirî be

Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyê wê di nava hefteyê û dawiya hefteyê da 24 saetan vekirî be.

Ji ber şewba Kovîd-19ê di navbera 15ê Adarê û 31ê Gulanê ya 2020î pirtûkxane hatibû girtin, lê di 1ê Hezîrana 2020î da dîsa hatibû vekirin û pirtûkhez di navbera saet 09.00-18.00î da diçûn pirtûkxaneyê.

Li welêt ji ber ku rêjeya aşiya Kovîd-19 zêde bû, dibistan û zanîngeh hatin vekirin, saetên pirtûkxaneyê jî hatin guherandin.

Li gor biryara nû pirtûkxane wê nava hefteyê û di dawiya hefteyê da 24 saetan vekirî be, lê wê 1500 kesî hildin hundir.

Di pirtûkxaneyê da salonên xwendinê yên di qata 2 û 4an da, Pirtûkxaneya Berhemên Nadir, Pirtûkxaneya Lêkolînê, Salona Cîhannumayê, Beşa Referansê 24 saetan vekirî bin. Pirtûkxaneya Ciwaniyê, Pirtûkxaneya Zarokan a Nasreddîn Xoce û Salona Weşanên Demkî jî wê di navbera saet 09.00-18.00î da vekirî bin. Pirtûkxaneya Deng û Dîmenê wê girtî be.

Rêjeya tijebûnê ya pirtûkxaneyê li ser malpera înternetê ya "www.mk.gov.tr"yê dikare bê şopandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE