Li Muşê di çarçoveya projeya sifir bermayiyê de pirtûkxaneyek hat avakirin. Navê leşkerê Şehîd Samet Çaldir jî li pirtûkxaneyê hat kirin.
Li Muşê komeleyeke alîkariyê ya ji bo dibistanan bi alavên bermayî pirtûkxaneyan çêdike.
Di çarçoveya projeya Sifir Bermayiyê de li Muşê ji bo dibistana îmam xebitî ya Mevlaneyê pirtûkxaneyek hat çêkirin.
Her wiha navê şehîdê Muşê yê 27ê tîrmeha borî Samet Çaldir li pirtûkxaneyê hat dayîn.
Endamên komeleyê piştî ku ref bi cih kirin pirtûk xistin refan.
Bi vê yekê him alavên bermayî hatin bikaranîn him jî navê şehîd hat bibîranîn.