Polîs Ahmet Altun di tîrmeha 2018an de li Vanê hatibû şehîdkirin. di lîseya anadoluyê ya kazim karabekîr de bi navê polîsê şehîd pirtûkxaneyek hat vekirin.
Li Îpekyoluya Wanê, xwendekarên Lîseya Anadoluyê ya Kazim Karabekir xwestin li dibistanê pirtûkxaneyek bê vekirin.
Dibistanê jî bi hevkariya Midûriya Ewlekariyê ya bajêr bi navê Polîsê Şehîd Ahmet Altun pirtûkxaneyek vekir.
Rayêdarên bajêr, xwendekar, mamosteyên dibistanê û xizmên şehîd beşdarî merasîma vekirinê bûn.
Birayê şehîd di merasîmê de axivî û spas kir.
“Em bi vê pirtûkxaneyê pir kêfxweş bûn. Em gelekî serbilind in. Em sipasî şaredarî, ewlekarî û dibistanê dikin.”
Polîs Ahmet Altun di sala 2016an de li Wanê dest bi wezîfeyê kiribû. Altun di Tîrmeha 2018an de jî hatibû şehîdkirin.