Gotin “her kitêb jiyanek e” û ji bo xwendekaran pirtûkxane ava kirin. Midûr û mamosteyên dibistana silhedîn eyûbî, bi xêra esnaf û xwedanxêran 5 hezar pirtûk berhev kirin.
Pirtûkxaneya wan him fireh him jî nûjen e.
Refên pirtûkan bi formeke estetîk hatine çêkirin û boyaxkirin.
Li Midyata Mêrdînê, midûr û mamosteyên Dibistana Silhedîn Eyûbî, dîtin ku xwendekarên wan wextên xwe yên vala beredayî derbas dikin.
Li ser vê bi dirûşma “her pirtûk jiyanek e” bangî xêrxwaza kirin.
Nêzî 5 hezar pirtûk hatin berhevkirin û bi wan pirtûkxaneyeke têr û tijî hat vekirin.
Xwendekar êdî li pirtûkxaneyê rûdinên, dixwînin û jêhatî dibin.
Di pirtûkxaneyê ji xeynî xwendina pirtûkan, xwendekar dikarin setrencê jî bilîzin.