Pirtûkxaneyên ji bo zarok û pitikan ku bi rêveberiya Midûriyata Giştî ya Weşanan û Pirtûkxaneyên Wezareta Çand û Hunerê hatine vekirin wê bi kêrî zarok û pitikan bê.
Midûriyata Giştî ya Weşanan û Pirtûkxaneyan 3 sal berê ji bo dergûşên 0-3 salî û zarokên pêşdibistanê ku hînî kurmê xwendinê bibin dest bi xebatekê kir û biryar hat dayîn ku gorî zarokan pirtûk bên vekirin.
Li seranserê Türkiyeyê 67 pirtûkxane hene û ji wan 8 bo dergûşan hatin amadekirin û di çarçoveya projeyê da wê heta sala 2023an li her bajarî pirtûkxaneya dergûşan bê vekirin.
Di çarçoveya projeyê da tê xwestin ku bila dergûş zû hînî kurmê xwendinê bibin û têkiliya wan û malbatê xurtir û baştir bibe.
Tevlî zarokan bi projeyê va tê xwestin ku bila dê û bavên ku sebiyên xwe tînin pirtûkxaneyê jî pirtûk xwendinê ji xwe ra bikin kurm û bo ewladên xwe jî bibin mînak.
Midûrê Giştî yê Weşanan û Pirtûkxaneyên Wezareta Çand û Hunerê Alî Odabaş got ku pirtûkxaneyên dergûşan projeyeke baş a Wezareta Çand û Turîzmê ye.
Odabaş destnîşan kir ku ji bo derqûşan pirtûkên gorî wan hatine amadekirin û dema destê xwe bi pirtûkan dikin deng dibihîzin û wiha domand: "Ji pitikan qesta me dergûşên hê nû hatine dinyayê û heta 3 saliyê û zarokên berî pêşdibistanê ne. Ji bo kurmê xwendinê bi meriv ra çêbibe ev temen muhim e û lazim e di vê heyamê da bên perwerdekirin.
Di axaftina xwe da Odabaş ragihand ku ev pirtûkxaneyên ji bo pitik û zarokan tên vekirin wê di pêşerojê da gelekî bi kêr bên.AA