Pişkavêtina ji bo mexdûrên erdhejê

Li Yazıkonakê ji bo 250 xaniyî pişk hat avêtin.

Pişkavêtina ji bo mexdûrên erdhejê

Piştî erdheja Elazığê ji bo mexdurên erdhejê li bajêr avahî hatibûn çêkirin. Ji 381 avahiyan 250 xanî bi pişkavêtinê hatin teslîmkirin.

Di 24ê Çileyê de li Elazığê erdhej pêk hatibû. Piştî erhejê ji bo mexdurên erdhejê xebatên çêkirina avahiyan dest pê kir.

Li bajaroka Yezikonakê 381 avahî hatin çêkirin. Ji bo xwediyên wan avahiyan jî pişk hat avêtin.

Waliyê Elazığê Erkaya Yırık jî beşdarî merasîma pişkavêtinê bû.

Walî Erkaya got, ‘’Îro ji 381 xaniyên ku tên çêkirin ji bo 250 xaniyan em merasîma pişkavêtinê li dar dixin. Em ê vana teslîî xwediyên wan bikin. Xwedê bi xêr ke înşellah.’’

Ji 381 avahiyan 250 xanî hatin teslîmkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE