Pişîkên Vanê li dijî vîrusa koronayê bi taybetî tên parastin

Personel rûpêçê didin ber devê xwe û lepikan dixin destê xwe pişîkan wisa têr dikin.

Pişîkên Vanê li dijî vîrusa koronayê bi taybetî tên parastin

Ji bo ku pişîkên Vanê yên li Navenda Pêkanîn û Lêkolîna Pişîkên Vanê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) ya Vanê  di parastinê da ji vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mihefeze bikin hemû tevdîr hatin hildan.

Ji bo mihefezekerin û zêdekirina cinsê pişîka Vanê ya bi hest, xerîbdostî, postê wekî hevirmişê, meşa şêran û dêla xwe ya wekî ya roviyan û çavên rengên cuda balê dikişîne xebat dewam dikin.

Pişîkên li Vîlaya Pişîka Vanê ya YYUyê ya ku di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê da ji ziyaretê ra hat girtin bi taybetî tên parastin.

Li navenda ku pişîk terikîn û têjikên salê yên ewil hatin dinyayê her roj odeyên pişîkan tên paqijkirin û dezenfektekirin, firaqên mama û avê û nivînên wan her roj di ava 90 pileyî da bi makîneyan tên şûştin.

Wezîfedarên rûpêçê didin ber dev û pozê xwe û lepikan dixin destê xwe ji bo pişîk di rewşa hijyenîk da bijîn her tiştî dikin.

 "Ji bo tenduristiya heywanan rewşeke xeternak tune"

Prof. Dr. Abdullah Kayayê Midûrê Navenda Lêkolînê ya Pişîkên Vanê ya YYUyê daxuyanî da nûçgihanê AAyê û diyar kir ku li navenda kêmzêde sal û nîvek e ji ziyaretê ra hatiye girtin li dijî nexweşiyê hemû tevdîr hatin hildan.

Kaya destnîşan kir ku ji bo tenduristiya pişîkan hin xebatên teze dimeşînin, li navendê her roj erdê, du rojan carê jî ji hewayê dezenfeksiyonê dikin.

Kaya got ku hem ji bo tenduristiya personelan hem jî ya heywanan xebatkar rûpêçê didin ber dev û pozê xwe û lepikan dixin destê xwe heywanan wisa têr dikin.

Kaya wiha pê da çû: "Firaqên mama û avê, nivîn û odeyên wan tên dezenfektekirin. Her roj erdê bi dermanan dişon."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE