Pisporan li herêma erdhejê lêkolîn kir

Kenan Akbayramê Midûrê Lêkolînên Vejen, Hawirdor û Afata Tebiî ya Zanîngeha Bîngolê der barê erdheja li Karliovaya navçeya Bîngolê çêbû da got, "Mixabin li vê derê erdhejên mezin jî ew ê çêbûn.

Pisporan li herêma erdhejê lêkolîn kir

Kenan Akbayramê Midûrê Lêkolînên Vejen, Hawirdor û Afata Tebiî ya Zanîngeha Bîngolê der barê erdheja li Karliovaya navçeya Bîngolê çêbû da got, "Mixabin li vê derê erdhejên mezin jî ew ê çêbûn.

Demeke dirêj e em dizanin li vê derê valahiya sîsmîk heye. Ev dera carinan wekî valahiya sîsmîk a Karga Pazariyê carinan jî wekî valahiya sîsmîk a Yedîsuyê tê zanîn. Em li bendê ne ku erdheja bi mezinahiya 7an çêbibe."

Li Karliovaya navçeya Bîngolê pêr berêvarê di saet 17.24an da erd bi lerza 5,7an hejiya bû paşê ji 90î zêdetir erdhejên piçûk çêbibûn. Duh jî di saet 09.51ê da erd bi lerza 5,6an hejiyabû. Piştî bê pisporên Midûriyeta Lêkolînên Vejen, Hawirdor û Afata Tebiî ya Zanîngeha Bîngolê li ser erdê li Elmaliya gundê Yedîsuyê derizîbû lêkolîn kirin.

Kenan Akbayramê Midûrê Navenda daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî erdhejê li herêmê lêkolîn kirin, lêkolîna wan agahiyên wan ên erdhejê zêde kirin.

Akbayram destnîşan kir ku di lêkolîna xwe da li ser fay û zinaran xebitîn û wiha pê da çû: "Fay derizîne, li ser erdê hin gunerîn hene. Zinaran ji ciyê xwe lîstiye. Mixabin hin cî hilweşiyan e. Hin avên binê erdê qame derketine. Me berê got heliya ye lêbelê paşê me dît ku wisa nîne. Lewra li herêmê jeotermal heye. Ava jeotermal derketiye ser erdê. Xoy li ser erdê hebû. Erd jî cî lîstiye."

Akbayram got dibe ku erdhej xeberê dide ku ew ê erdhejeke mezin çêbe, lewra Bîngol li ser fayên Bakurê Anadoluyê, Rojhilatê Anadoluyê, Wartoyê cî digre.

Akbayram wiha pê da çû:

"Mixabin ew ê li vê derê erdhejên mezin çêbin. Demeke dirêj e em dizanin li vê derê valahiya sîsmîk heye. Ev dera carinan wekî valahiya sîsmîk a Karga Pazariyê carinan jî wekî valahiya sîsmîk a Yedîsuyê tê zanîn. Em li bendê ne ku erdheja bi mezinahiya 7an çêbibe. Dibe ku mezinahiya erdhejê 7,2 be jî, hin lêkolîner wisa dibêjin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE