Piştî 119 salan gel tê de nimêj kir

Şaredariyê mescîda dîrokî restore kir û bi merasîmekê vekir

Piştî 119 salan gel tê de nimêj kir

Şaredariya Elezîzê, mescîda Debaqxaneyê restore kir. mescîda dîrokî piştî 119 salan hat vekirin. melatîya nimêja ewil, şaredar kir.

Ev 119 sal in kavil û wêran bû…

Lê Şaredariya Elezîzê di çarçoveya restorekirina berhêmên dîrokî de mizgefta Debaqxaneyê ji nû ve çêkir.

Xebat qediyan. Şaredarê Elezîzê Mücahit Yanilmaz mizgeft vekir. Serok Yanilmaz li pêşiya cemaetê nimêj kir.

Şaredarê Elaziğê Mücahit Yanilmaz: ”Mizgefta debaqxaneyê mizgefteke dîrokî ye. Me restorasyon xilas kir. Mizgeft piştî 119 salan hat vekirin. Îro azana ewil hat xwendin û nimêja ewil hat kirin. Bila ev xizmet ji bo xarpûtê bi xêr be.”

Welatî jî ji bo xizmetên şaredariyê yên ji bo restorekirina berhêmên dîrokî gelekî memnûn in.

Şaredarî plan dike li Xarpêtê xebatên xwe yên bi vî rengî bidomîne.

Dîroka nûkirinê: 29 Adar 2019, 17:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE