Piştî 25 salan vegeriyan ser axa xwe

Wekî berê li ser erdê xwe çandiniyê dikin, heywanên xwe xweyî dikin

Piştî 25 salan vegeriyan ser axa xwe

2 taxên Hakkariyê Dutluca û bey ji ber êrîşên rêxistina terorî hatibûn valakirin. piştî ku li her du cihan tu talûke nema, nîştecihên taxê vegeriyan ser axa xwe. jiyana li herêmê niha wekî 25 sal berê ye.

Wekî berê li ser erdê xwe çandiniyê dikin û heywanên xwe xweyî dikin.

Ev der navçeya Çukurcaya a Hakkariyê ye.

Li vê taxê bi salan e tu kes nedijiya û zevî bêxwedî mabûn.

Taxên Dutluca û Beyê beriya salan ji bo tevdîrên ewlehiyê hatibûn valakirin.

Piştî ku aramî hat herêmê û talûke nema qedexeya li ser gundan jî rabû.

Gundiyên virê piştî 25 salan vegeriyan ser axa xwe û wekî berê erdê xwe diçînin.

Ji ber ku bi salan e vala ye, ne av ne jî ceyrana vê derê hebû.

Li gorî navçeyên din ên Hakkariyê Çukurca, hîn germtir e û hewa zivistanan jî nerm e.

Bi saya vê li gundên navçeyê ji rizê bigirin heta genim û ce gelek cureyên dexl çêdibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE