Piştî 27 salan vegeriyan gundê xwe

Welatiyên ku gundê xwe terikandibûn vegeriyan axa xwe.

Piştî 27 salan vegeriyan gundê xwe

Li Mûşê di sala 1993an de gundiyên laçîkanê ji ber şer û pevçûnan gundê xwe terikandibûn. Niha piştî 27 salan vedigerin ser axa xwe.

Gundê Laçîkanê li herêma Şenyaylaya Mûşê ye.

Di sala 1993an de ji ber zextên PKKê û şer û pevçûnan gund hatibû terikandin.

Aramî hat herêmê û ew gundî niha cardin vedigerin ser axa xwe.

Ji ser koça wan 27 sal derbas bûn lê gundê xwe hêj ji bîr nekirine.

Piştî bi saya Hêzên Ewlekariyê li herêmê aramî pêk hat gundî bi rehetî vedigerin gundê xwe.

Gelek kes bi taybetî jî ji bo çandîniyê tên gund.

Hin kes ji niha ve ji xwe re xaniyên nû didin çêkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE