Piştî 40 salî vegeriyan gund

Bi saya axa bibereket qezenca wan jî zêde bû

Piştî 40 salî vegeriyan gund

Di sala 2014an de piştî ku ji bo gundê wan “qanûna vegera gund “ derket, zivirîn ser axa bav û kalên xwe. Niha li gundê qalenderê yê sêrtê 4 malbat dijîn. Hemû jî debara xwe bi heywandarî û cotkariyê dikin.

Di sala 1980yî de ji ber şerê di nav malbatan de ji gundê xwe derketin û 40 salî ji ber bûyerên terorî nikaribûn vegeriyana.

Hesreta malbata Yildiz di 2014an de bi dawî hat.

Malbat piştî ku qedexeya li ser gundê wan Qalenderê rabû vegeriyan ser axa bav û kalên xwe.

Niha li gund bi tenê 4 malbat dijîn.

Hemû jî debara xwe bi vê axa bibereket dikin.

Gundiyên ku vegeriyan bangî xizmên xwe yên li xeribiyê dikin û dibêjin werin xwedî li axa xwe derkevin.

Dîroka nûkirinê: 28 îlon 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE