Li Kopa Mûşê du malbatên ji hev xeyîdî, li hev hatin. Malmezin li mizgeftê li hev civiyan, bi hev re xwarin xwarin.
Li Gundê Olurdereya Kopê, 5 sal berê di navbera malbatên Atli û Bingolê de bûyerek derketibû û her du malbat ji wê rojê û pê ve ji hev xeyîdîne..
Rayedar û serokêşîrên herêmê, ji bo ku her du malbatan li hev bînin li Mizgefta Hezretî Omar civiyan.
Piştî axaftinên mezinan, mêrên her du malbatan li hev hatin, wek sembol, ji binê Qurana Pîroz a ku hatiyê hildan derbas bûn.
Bi qasî malbatên Atli û Bingolê, gundî jî gelek kêfxweş bûn ku dijminatiya di navbera herdu malbatan de qediya.
Ji bo lihevhatina malbatan, ewlekarî, cendirme û rayedarên bajêr jî piştgirî dan.