Suryaniyan beriya 60 salan ji ber rageşiya li herêmê koçî Ewropayê kiribû. êdî li herêmê aramî heye û îro yek bi yek vedigerin û tên serdana axên xwe yên Kerborana Mêrdînê.
Beriya 60 salan ji ber bûyerên li herêmê neçar man û ji Mêrdînê koçî Ewropayê kirin.
Bi dehan salan ji axên bav û kalên xwe dûr man.
Niha yek bi yek vedigerin û serdana Kerborana Mêrdînê dikin.
Gelek kesên ku li Swêd, Swîsre, Fransa, Holanda, Elmanya, Belçîka û Denmarkê dijîn bi malbatên xwe re hatin Kerboranê.
Li kuçe û kolanên ku zarokatiya wan derbas bûye digerin.
Hin ji wan rojên berê anîn bîra xwe û kelogirî bûn.