Piştî Akgolê Gola Xwê ya Serayê jî ziwa bû

Ji ber kêmbaran, guherîna avûhewaya gerdûnî û hişkayiyê piştî Akgolê li Seraya navçeya Wanê Gola Xwê ya Serayê ya berga wê 371 donime jî ziwa bû.

Piştî Akgolê Gola Xwê ya Serayê jî ziwa bû

Li tejaneya Gola Wanê ji ber kêmbaran û germahiyê ewilî Akgola li navçeya Ozalpê ziwa bû û niha jî Gola Xwê ya Serayê ziwa dibe.

Li gor lêkolînên hatin kirin rêjeya baranê li gor salên borî kê û ji ber germahiyê jî îsal hilm û gilma li ser avan zêde ye û ji ber van yekan jî ava gol û bendavên li herêmê kêm dibe.

Gola Xwê ya li Seraya navçeya Wanê ku ji 371 donimî pêk tê û ji bo gelek çivîk, heywan û nebatan wargeh bû ji ber kêmbaran, guherîna avûhewaya gerdûnî, zêde hilm û gilm û hişkayiyê ber bi şoraxiyê va diçe.

Rûyê gola qasî 2 kîlometre ji Taxa Kazligolê dûr e û bi Biryarnameya Serokomariyê "qada hesas a divê teqez bê parastin" hatibû îlankirin ji ber vekişîna avê bi xwê spî dike.

- "Lazim e avên bin erdê bi îdare bên bikaranîn"

Prof. Dr. Faruk Alaeddinogluyê hîndekarê Beşa Erdnîgariyê ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê diyar kir ku ew bi hişkayiyeke gelek cidî ra rû bi rû ne û wiha domand: "Îsal ji ber kêmbarînê hilmûgilm gorî berê 5 qat zêdetir e. Ev yek jî dibe sedema ziwabûna gelek golan. Piştî Akgolê ziwabûna Gola Xwê jî tesaduf nîne û ji xwe ewm li bendê bûn. Heke wiha dewam bike di salên pêş me da wê gelek golên li vê tejaneyê ziwa bibin. Ava Gola Wanê jî wê kêmtir bibe."

Alaeddînoglu destnîşan kir ku lazim e avên bin erdê bi îdare bên bikaranîn û wiha domand: "Em ava binê erdê badilhewa xerc dikin. Dibê li hewzeyê destûra sondajê neyê dayîn. Çemê ava binê erdê zêde xweyî nekin. Dibe ku di dîtina ava vexwarinê tengasiyê bikişînin. Heywandarî û cotkarî jî di tesîra neyînî da dimînin. Plana çalakiya acil ji bo hewzeyê lazim dike. Di vê çarçoveyê da dibê ji bo dema dirêj hewcedariya bi avê were kontrolkirin. Dibê destûrê nedin ku kî radibe sondajê lê bixe. Lazim dike ku ava binê erdê bi kontol xerc bikin. Dev jê avdana bi helqê berdin. Dibê avşoyê parzûn bikin dîsa bi kar bînin. Em di nav rojên wisa da ne ku hewcedariya bi avê gelekî zêde ye. Lewra baran têra ava vexwarinê nake. Bi taybetî şiliyê berdewam dibin sedema lehiyê, dibê di mijarê da hesasiyetê nîşan bidin."

- "Rêjeya hişkahiyê derket ji sedî 90î"

Şayettîn Ceylanciyê Serokê Odeya Ziraetê ya Ozalpê jî diyar kir ku hişkahiya li Akgolê li Gola Xwê ya li navçeya Sarayê jî heye.

Ceylanci got li 2 golên girîng ên herêmê ziha dibin ev jî nîşana hişkahiyê ye û wiha pê da çû:

"Herdu golan biharê ji çivîkên koçber ra malxweyîtî dikirin. Akgola li Ozalpê ziwa bû û em dibînin ku Gola Xwê ya li Qalîgola taxa Sarayê jî ziwa bû. Ev mînakên hişkahiya li navçeyê ne. Li navçeyên me rêjeya hişkahiyê derkete ji sedî 80-90î. Ava van herdu golên me zû bi zû venedikişya. Ziwabûna wan nîşana asta hişkahiyê nîşan dide."

Ahmet Onerê Alîkarê Serokê Odeya Zîraetê ya Sarayê jî got sedeme herî mezin ya ziwabûna golan ew e ku zivistanê berf nabare, biharê jî şilî nabare.

Oner destnîşan kir ku cotkarên li herêmê ji ber vê tengasiyê dikişînin û wiha axivî: "Genim, ket û cehê me ji ber tunebûna avê hişk bûn. Nîşana herî mezin a hişkahiyê zihabûna Gola Xwê ye. Cotkarên me îsal pêvajoyeke zor derbas dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE