Piştî çend mehan kurs vebûn

Jinên ku tevlî dersên destkariyê dibin bi vebûna kursê gelek şa bûn

Piştî çend mehan kurs vebûn

Navenda ciwanan a şaredariya Gaziantepê ji bo şewba koronayê tevdîrên hewce girtin û dîsa dest bi kursên rûbirû kirin. Kursiyer gelek kêfxweş in ku dersan careke din dest pê kirin.

Dibirin, didirûn û dinexşînin..

Ev der kursa Navenda Ciwanan a Şaredariya Gaziantepê ye.

Kurs ji ber vîrûsa koronayê girtî bû.

Piştî çend mehan di nav tevdîran de, dersên destkariyê dîsa dest pê kirin.

Xebatkar: “Gava em tên kursê, li ber derî ewilî agirê me dipîvin, rewşa me ya tendûristiyê kontrol dikin. Li vê derê jî em ji hev dûr rûdinin û her kes maskeya xwe dide ber devê xwe… kursa me dîsa vebû. Ji bo vê xizmetê spasî şaredarê me dikim.”

Hin ji wan ji bo cêzên xwe tiştan çêdikin hin ji wan jî bi tiştên ku çêdikin debara mala xwe dikin.

Xebatkar: “Gava ji ber koronayê kurs girtî bûn min ji mamosteya xwe re telefon dikir û jê dipirsî. Lê êdî kurs vebûn û em karên xwe li virê dikin. Bi vebûna kursê gelek kêfxweş im, ev kurs ji her aliyê ve jiyana min baş dike.”

Di dema karantînayê de li malê bêhna wan teng bû û gelek bêriya hevûdu kirin.

Lê êdî him karê xwe dikin him jî bi hevalên xwe re tên ba hev.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE