Ji ber erdheja li Elazigê hin malbat li konteyneran dijîn. Wexta şewba koronayê belav bû dibistan hatin girtin û perwerdeya zarokan li ser înternetê pêk tê. Li Elazigê zarokên li konteyneran dijîn li ser EBA'yê yanî pergala perwerdeyê ya medyayê dersên xwe dibînin.
Him erdhej him şewba koronayê...
Herduyan jî tesîreke neyînî gelê Elazigê kir.
Digel şert û mercan perwerdeya xwendekaran dewam dike.
Li Elazigê nêzî 5 hezar kes di konteyneran de dijîn.
Xwendekarên li konteyneran dijî bi riya medyayaê dersên xwe didomînin.
66 xwendekarên dibistana pêşîn, 83 yên navîn û 45 jî xwendekarên lîseyê bi vî şiklî dersên xwe dibînin.