Piştî erdheja Bîngolê xebatên tesbîtkirina zirarê dest pê kir

Piştî erdheja Bîngolê xebatên tesbîtkirina zirarê dest pê kir

Piştî erdheja bi lerza 5,2yê ya li Kixiya navçeya Bîngolê xebatên tesbîtkirina zirarê dewam dikin.

Kadîr Ekînciyê Walî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di erdhejê da li hin ciyan dîwarê hinek avahiyan derizîne, xebatên li van didomînin, ekîbên Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê tesbîtkirina zirarê didomînin.

Ekîncî wiha axivî: "AFADê li malbatên nikaribûn têkevin malên xwe kon belav kir. Wekî mayîn ji bo kesên nexwestin têkevin malên xwe jî Hîva Sor a Tirkiyeyê xwarin belav kir."

Li Kubatana goma Qukbayiriya gundê Qereqoçana Elezîzê jî ji ber erdhejê zirar li xaniyê hin welatiyan ket.

Ekîbên Midûriyeta Bajêr a Hawirdor û Bajarvaniyê li Elezîzê jî xebatên tesbîtê didomînin.

Abdulkerem Abbasogluyê Alîkarê Walî, Abdullah Şahînê Qaymeqam, Ayhan Akbabayê Şaredarê Qereqoçanê wargehên lê erdhej çêbû ziyaret kirin û li qadê lêkolînan didomînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE