Piştî hefteya pêşiya me, dê vaksînlêdana koma 60-65 salî destpê bike"

Piştî civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê ku bi serektiya Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca hat lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî hat kirin.

Piştî hefteya pêşiya me, dê vaksînlêdana koma 60-65 salî destpê bike"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca got, "Piştî hefteya pêşiya me, dê vaksînlêdana koma 60-65 salî destpê bike. Heke temenê we di navbera 60-65an de be tikaye peyamnên telefona xwe bi baldarî bişopînin."

Piştî civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê ku bi serektiya Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca hat lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî hat kirin.

Wezîrê Tendirustiyê Koca got, "Di 15 rojên dawîn de mixabin li gelek wîlayetên me pêketî zêde bûn. Êdî encam li nexweşxaneyan zêde diyar dibin. Bi gotina 'vîrus ne vîrusa berê ye, mutosyon derbas kir' vîrusê kêm nebînin. Mutant jî be, koronavîrus vîruseke xeternak e. Ji bo ku Kovîd-19 ji pirsgirêkbûna kurewî bikeve, sal li pêşiya me nîn in, meh hene. Mirovahiyê neçariya 2020an derbas kir. Sala 2021ê sala hêvî û serfiraziyê ye."

Wezîr Koca destnîşan kir ku piştî hefteya pêşiya me, dê vaksînlêdana koma 60-65 salî destpê bike û wiha got, "Heke temenê we di navbera 60-65an de be tikaye peyamnên telefona xwe bi baldarî bişopînin."

Koca anî ziman ku dê seyra zêdebûna pêketinên Kovîd-19ê ya li wîlayetan maweyeke din bê şopandin û got, "Heke performansa me ya di 15 rojên berahî de di asta çaverêkirî de nebe, em bawer dê bi îradeyeke zêde emê li meseleyê xwedî derkevin."

Koca derbarê Vaksîna BionTechê de wiha got, "Dê vê mehê 4,5 milyon doza din jî were. Dê ev vaksîn jî yên ku di dorê de ne bên dan."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE