"Piştî herêm biewle û bihizûr bû em jî vegeriyan"

Li Derecîka navçeya Hekariyê ya ev çend sal bû bi xeberên terorê dihat rojevê êdî bi xweşiyê tê rojevê. 

"Piştî herêm biewle û bihizûr bû em jî vegeriyan"

 Welatiyên ku li navçeya Derecîkê dijîn piştî ku herêm ji terorê hat paqijkirin, vegeriyan gundên xwe û dest bi çandiniyê û xwedikirina heywanan kir. 

Li Derecîka navçeya Hekariyê ya ev çend sal bû bi xeberên terorê dihat rojevê êdî bi xweşiyê tê rojevê. 

Li herêmê gelek welatiyên ku li navçeya Derecîkê dijîn, piştî ku herêm ji terorê hat paqijkirin êdî vedigerine gundên xwe. 

Welatiyên ku li herêmê dijîn bi saya piştgiriya dewletê li gundên xwe hem darên fêkiyan datînin û sebzeya diçînin û hem jî pez xwedî dikin. Hin gundî jî ji li çiyayên Derecîkê ji xwe ra meşvaniyê dikin. 

- Dewletê piştgirî da welatiyan 

Midûriyeta Daristan û Çandiniyê ya Hekariyê di 3 salên dawî da 29 hezar û 990 mih û bizin li 28 cotkaran hatin belavkirin. 

Midûriyeta bajêr ji bilî vê ji 15 hezar û 33 kewarên mêşên hingîv, hezar û û 400 elok, 8 hezar û 500 şitilên fêkiyan li malbat û cotkaran belav kir. 

Midûriyeta bajêr alîkariya gubre û mazotê da 558 cotkaran û 84 dewar jî bi alîkarî da 6 cotkaran.

Ji welatiyan Serdar Çetîntaş daxuyanî da û got ku wan di sala 1992an gundê xwe terikandin û wiha axivî:

"Li herêmê operasyonên terorê hatin kirin. Piştî herêm biewleh û bihizûr bû em jî vegeriyan. Ev qederê 2 sal e em li gundê xwe dijîn. Em pez xwedî dikin û li zeviyên xwe jî çandiniyê dikin. Bi piştgiriya dewletê em ê demeke kin da dest bi çêkirina xaniyên xwe jî bikin. Êdî em bêpirsgirêk tên gundên xwe."

Serokê Şaredariya Derecîkê Ekrem Çetînkaya jî got ku herêma wan ji bo heywandarî û çandiniyê ciyekî bi ber û bereket e û wiha axivî:

"Êdî welatiyên me dizivirine gundên xwe. Berê ji ber bûyerên terorê tu kesî cesaret nedikir were van deran. Piştî operasyonên hêzên ewlehiyê herêma me jî terorê hat paqijkirin. Li Derecîkê êdî teror qediya, heywandarî û çandiniyê dest pê kir."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE