Piştî hewla 6 saetan gihîştin hewara 2 nexweşan

Ekîbên tendûristî û rêvekirinê piştî hewla 6 saetan gihîştin hewara 2 nexweşan

Piştî hewla 6 saetan gihîştin hewara 2 nexweşan

 Li Mûşê 2 nexweş bi saya xebatên ekîbên rêvekirinê yên ku qasî 6 saetan dewam kir, gihandin nexweşxaneyê.

Cevahîr Balkanê 60 salî ku li gundê Suduragi ya qasî 35 kîlomtre ji navendê dûr û Zeynep Polat a 20 salî ya li gundê Alîgedikê ya qasî 50 kîlometre ji navendê dûr in aciz bûn û ji ber ku rêyên herdu gundan jî bi berfê hatibûn girtin bo xwe bigihijînin nexweşxaneyê alîkarî xwestin.

Li ser xeberê ekîbên rêvekirinê yên Îdareya Taybet a Bajêr qasî 6 saetan hewl dan û pêşî li xebatkarên tenduristiyê vekirin.

Ekîbên tenduristiyê yên xwe gihandin Balkan û Polat mudaxaleya ewil kirin û paşê ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE