Piştî qedexeya derketina derva qediya li Stenbolê hatûçûn zêde bû

Piştî qedexeya derketina derva qediya li Stenbolê hatûçûn zêde bû

Piştî ku qedexeya derketina derva ya di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li tevahiya welêt roja yekşemê hebû xelas bû, li Stenbolê hatûçûn zêde bû.

Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da ji bo ku di meha hezîranê da rewşa ber bi normalbûnê ya gavbigav bê meşandin giştînameyek ji walîtiyan ra şandibû. Di giştînameyê da hatibû eşkerekirin duşem, sêşem, çarşem, pêncşem, în û şemiyê di navbera saet 22.00-­05.00î da, rojên yekşemê jî ji saet 22.00î pê va heta roja duşemê saet 05.00î derketina derva wê qedexe be.

Di vê çarçoveyê da li tevahiya Tirkiyeyê qedexeya derketina derva ya ku 26ê hezîranê roja şemiyê di saet 22.00î dest pê kiribû îro di saet 05.00î qediya.

Serê sibê li ser Pireya Şehîdan a 15ê Tîrmehê, Pireya Fatîh Sultan Mehmet, Rêbejeya D-100î û Otorêya TEMê ji hêla hatinê û çûyînê da dem demî hatûçûn çêbû.

Welatiyên ji bo ku herin ser karên xwe ji malên xwe derketin ku li wesayîtên komî sîwar bûn jî li rawestgehan qerebalixek pêk anîn.

Ji hêla din li gor sepana mobîlê ya Şaredariya Mezin a Stenbolê ji saet 08.00î pê va zêdebûna hatûçûn ji sedî 56 e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE