Piştî qeyûm Van bû navenda turîzmê

500 hezar Îraniyî tatîla xwe li plaj û peravên Vanê kir...

Piştî qeyûm Van bû navenda turîzmê

Bajarê Wanê ji zelzeleya sala 2012yan û ji belediyeya îdeolojîk pir zirar dît. Piştî wezîfedearkirina qayûm bajar ji nû ve hat avakirin. Di dîrokê de cara ewil riyên gundan hatin asfaltkirin. Bi projeyên qeraxa behra wanê jî bajar bû navenda turîzmê. 500 hezar îraniyî betlaneya xwe li wanê derbas kir.

Wan bi dîrok û çanda xwe, bi taştê, pisîk, masî û xwezaya xwe wek cinnetê ye.

Lê şaredariyên DBP/HDPê ji xeynî siyaseta îdeolojîk li vî bajarê wek cinnetê ti xizmet nedikir û xelkê Wanê bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dima.

Walî Murat Zorluoglu wek şaredarê qeyûm hat tayinkirin û hema bêjin bextê Wanê guherî.

Şaredariya ku salek û nîv e bi destê qayûmê tê îdarekirin pirsgirêka ava vexwarinê û ya rê, park û binesaziyê di demek nêz de çareser kir.

Walî û Cîgirşaredarê Bajarê Mezin Murat Zorluoglu dest nîşan kir ku di dewra HDP/DBPê da budçeya belediyeyê ne ji bo xizmetê ji bo rêxistina terorî hatiye xerckirin.

“piştî em hatin ser wezifeyê me bûdçeya şaredariyê ji bo xizmetan xerc kir. Pirsgirêka herî mezin qirêjiya Gola Wanê bû. Kanalîzasyona bajêr dirijiya behrê. Ji bo gol paqij bibe me bi projeyeke 100 milyon lireyî dest bi tesîsa safkirina rafînajê kir. Li bajêr pirsgirêka duyem rê bûn. Me li nav bajêr û gundan hezar û 400 kilometre rê asfalt kir. Me li navbajêr kolan û kûçeyên nû ava kirin. Ji bo jiyaneke xweştir gelek park hatin çêkirin. Gelê Wanê niha aram e. Ez ji gel rica dikim bila xwedî li zarokên xwe derkevin û carek din firsend nedin rêxistina terorî.”

Bi projeyên aboriyê, civakî û çandî jiyan guherî. Gelê Wanê ji xizmetên şaredariyê memnûn e.

Pişti xizmetên girîng li Wanê guherînek mezin pêk hat. Kuçe û caddeyên tarî bi lembayên hat ronîkirin û êdî li bajar bişev jî heyat heye.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo tûrîzmê jî xebatên taybet dike.

Li navçeyên Edremît, Tuşba, Gevaş û Erdîşê li qeraxê golê ji bo gel û turîstan plaj hatin çêkirin. Îsal 500 hezar Îranîyî tatîla xwe li Wanê kir.

Piştî xizmetan û aramiya pê re hat li bajêr gelek çalakî tê kirin. Li navçeya Gevaşê Mîhrîcana mûzîkê, li Çataxê jî Şapiyonaya Raftînga Tirkiyeyê hat lidarxistin.

“Wan bajarê Turîzmê ye, tenê par ji Îranê 500 hezar turîst hatin. Ji bo binesaziya turîzme plajên nû û ji bo meşê li keviya peravê rê hat çêkirin. Berê gelê Wanê ji qirêjiyê nikaribû here qeraxê golê. Niha welatiyên me tên plajên me û dikevin golê. Gel ji xizmetên me gelek razî ye. Emê bi mîhrîcan û çalakiyên civakî Wanê bidin nasandin.”

Dîroka nûkirinê: 17 îlon 2018, 14:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE