Piştî rageşiya di navbera Rûsya-Ukraynayê da kêm bû bihayê xaza siruştî jî ji sedî 15 daket

Piştî rageşiya di navbera Rûsya-Ukraynayê da kêm bû bihayê xaza siruştî jî ji sedî 15 daket

 Bihayê kontratên wedeya wan meha adarê ye yên li cihê bazirganiya xaza siruştî ya TTFyê ya ku navenda wê Hollanda ye tên kirîn û firotin ji sedî 15 kêm bû.

Duh bihayê kontratên wedeya wan meha adarê heta 83,60 ewroyê zêde bûbû, lê îro bihayê wan bû 80,77 ewro.

Bihayê xaza siruştî jî îro li gor duh ji sedê 15 kêm bû û bi 68,50 ewroyî hat firotan.

Ewropa ji sedî 40ê xaza siruştî yanê 175 milyar mêtrokup xazê ji Rûsyayê distîne. Rûsya jî xaza xwe zêdetir bi xetên boruyê ya Belavkirina Bakur ya ji Belarus û Polonyayê û Ukraynayê ra derbas dibe dişîne.

Rayedarên Komîsyona YEyê dibêjin welatên endam ji sedî 40ê îtxalata xazê ji Rûsyayê, ji sedî 38-39 jî ji Norveçê bi dest dixin

- Bihayê neftê jî kêm bû

Piştî ku rageşiya di navbera Rûsya-Ukraynayê da kêm bû bihayê neftê jî dadikeve.

Wezareta Parastina Rûsyayê daxuyand ku hin hêzên eskerî tetbîqatên xwe temam kirin û vegeriyan baregehên xwe. Serokê Rûsyayê Vîladîmîr Putîn jî got ew şer naxwazin û teklîfên mizakereyê dikin.

Piştî van daxuyaniyan bihayê neftê jî bi lez kêm bû.

Bihayê nefta brent duh heta 96,26 dolarî zêde bûbû, lê îro ji saet 09.50î pê va ji sedî 2,90 kêm bû û bû 93,56 dolar.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE