4 sal ewil wesaîda ajokarê servîsan Tanrıverdî Akbulut hatibû dizîn. Piştî bi salan camêrî wesaîda xwe dît û gelek hestewar bû. Wesaîd li Gebzeya Kocaeliyê hat dîtin.
Wesaîda Tanrıverdi Akbulut di sala 2015an de, li Gebzeya navçeya Kocaeliyê hatibû dizîn.
Akbulut serî li ewlekariyê dabû û li benda dîtina wesaîda xwe bû.
Piştî 4 salan wesaîd hat dîtin û Tanrıverdi Akbulut bi vê yekê gelek hestewar bû.
Akbulut dû re wesaîda xwe girt û vegeriya memleketê xwe Îdirê.