Piştî ku têkiliyên di navbera Türkiye û Ermenistanê da normal bûn, seferên balafiran yên di navbera Stenbol û Êrîvanê da jî dîsa dest pê kir.
Sefera ewil a di navbera Stenbol û Êrîvanê saet 23.35an da ji Balafirgeha Stenbolê ya Sabîha Gokçenê çêbû.
Piştî rêwitiyeke 2 saetan balafira Rêhewaya Pegasusê gihîşt Balafirgeha Navneteweyî ya Zvartnosê ya li Êrîvanê.
Di balafirê da 99 rêwî hebûn.
Ji bo têkilî dîsa normal bibin nûner hatibûn wezîfedarkirin
Di 2020î da ji ber ku Ermenistanê dev ji dagirkeriya axa Qerebaxê berdabû Türkiyeyê bangî Ermenistanê kiribû ku têkiliyên di navbera wan da bila dîsa vegere wek rojên berê.
Li ser vê banga Türkiyeyê Ermensitanê jî di 2021î da Serokê Meclisa Neteweyî Ruben Rubiyan wek nûnerê taybet tayîn kiribû.
Balyozê Washîngtonê yê Berê Serdar Kiliç jî bûbû nûnerê taybet ê Türkiyeyê .
Herdu nûnerên taybet di 14ê çileya paşîn da li Moskovayê hatibûn bal hev û biryar hatibû dayîn ku seferên balafiran dîsa dest pê bikin.
Piştî vê biryarê balafira ewil duh êvarê ji Êrîvanê hatibû Balafirgeha Stenbolê.AA