Piştgiriya ji bo baxçeyên fêkiyan

DAP û DAKA ji bo piştgiriyê dê 4 milyon lîre bidin cotkarên Bitlisî

Piştgiriya ji bo baxçeyên fêkiyan

Piştgiriyên ji bo çandinî û cotkaran her ku diçe zêdetir dibin. Li Bitlisê, jİ bo baxçeyên fêkİyan peymana piştgiriyê hat îmzekirin. DAP û DAKA, sala pêşiya me, ji bo dar û baxçeyên fêkiyan wê 4 milyon lîre teşwîqê bidin.

Li herêmê ji bo çandinî xurt bibe û cotkar qezanc bikin, xebat û projeyên nû tên meşandin.

DAP û Ajansa Pêşxistina Herêmê DAKA, bi alîkariya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê, li Bitlisê dest bi projeyeke nû kirin.

Di çarçoveya projeyê de, ji bo li herêmê gihandina darên fêkiyan zêdetir bibe, protokolek hat danîn.

Bi vê projeyê kesên ku bixwazin baxçeyên fêkiyan deynin, wê karibin ji dewletê ji sedî 50 hîbê bigirin.

Li gorî peymanê; wê sala pêşiya me 4 milyon lîre teşwîq bê belavkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE