Piştgiriya ji bo heywandariyê

Li Gaziantepê 242 makîneyên şîrdotinê hatin belavkirin

Piştgiriya ji bo heywandariyê

Li Entabê ji bo 242 welatiyên heywandar makîneyên şîrdotinê hatin belavkirin. Şaredariya şahînbeyê ligel serokatiya îdareya herêmê ya gap'ê, ji bo ku piştgirî bidin heywandaran ev xebat dan destpêkirin.

Şaredariya Şahinbeya Entabê ligel Serokatiya Îdareya Herêmê ya GAP'ê xebatek da destpêkirin.

Ji bo 242 welatiyên heywandar ên Entabê, makîneyên şîrdotinê hatin belavkirin.

Ji bo vê li Taxa Burçê merasîm hat lidarxistin.

Bi van makîneyan him dotina şîr hêsan dibe him jî bêhtir paqij e.

Welatiyên heywandar bi vê piştgiriyê kêfxweş bûn.

Şaredarê Şahinbeyê Mehmet Tahmazoğlu got ku wan heta niha gelek piştgirî dane heywandariyê.

Şaredariyê di 6 salê dawî de ji bo 77 projeyan nêzî 37 milyon lîre xerc kiriye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE