Piştgiriya ji bo heywandariyê

Wezaret dê ji bo her mî an jî bizinekê 25 lîre piştgirî bide

Piştgiriya ji bo heywandariyê

Wezareta Çandinî û Daristanan mizginî dabû heywandaran. Dewlet dê ji bo her pezekî 25 lîre piştgirî bide. Li Midyada Mardînê bi sedan heywandar li benda vê alîkariyê ne ku vê zivistanê pê derbas bikin.

Ji bo ku xelk berê xwe bide heywandariyê û welatiyên ku heywanan xwedî dikin zehmetiyê nekşînin dewlet bi projeyên cuda piştgiriyê dide.

Wezareta Çandin û Daristanan herî dawî got dewlet dê serê her pezekî 25 lîreyî bide heywandaran.

Li Midyada Mardînê nêzî 500 heywandar li benda vê alîkariyê ne.

Dewlet dê bi giştî nêzî milyonek lire piştgirî bide heywandarên Midyadî.

Ji bo ku alîkariyê bistînin jî şertê dewletê ew e ku pez qeydkirî bin û guharên wan hebin.

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2020, 17:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE